Home / ARŞİV / Bajar ü Tendurıstî-Erdal Sîpan

Bajar ü Tendurıstî-Erdal Sîpan

Ji serdema neolîtîkê heya îro her wext bajar bûne warê xwebicîkirina hêzên polîtîk, leşkerî û birdozî. Bi zêdebûna gelheyê hilberîn gihêştiye asteke jor û pêwistiya pergalekê derketiye holê. Vê pergalê bi navê dewletê xwe înşa kiriye û teşe girtiye. Vê pêvajoyê di bajarên sumeriyan de li ser çandiniyê dest pê kiriye. Di van bajaran de mirovan bi hev re karûbarên çandiniyê dikirin û piştî demekê berhemên ku ber diman dihatin komkirin. Ji bona belavkirin û plansaziyê sazî û dezgeh diviyan. Dewletê xwe li ser vê pêdiviyê ava kir û ev valahî dagirt. Ji Sumeran heya şoreşa endustriyê tê dîtin ku hejmar û  mezinahiya bajaran zehf kêm in. Di nav behra gund û gundikan de wekî giravekê dihatin kifşê. Bi pêkhatina şoreşê re her diçe bajar zêde û mezin dibin û bandoreke mezin li derdora xwe dikin.

Piştî şoreşê bajar êdî ne bi tenê navenda aborî, bazirganî û endustriyê ne di heman demê de bûne navenda dîtin û nêrînên hegamonîk jî. Bi sazî û dezgehên zanistî (wekî zanîngeh, akademî û hwd. ), bi nexweşxane, girtîxane û bi saziyên burokrasiyê paradîgmayeke nû hatiye avakirin û vêya dewsa nêrîn û dîtinên berê girtiye. Bi polîtîkayên neolîberal êdî tarza hilberîn û têkiliyan guheriye. Ji bona sermayedar razemeniyê bikin û çûnehatin zêde be her bajar dixwaze balê bikişîne ser xwe û ji ber vê ketine nav pêşbaziyekê. Ev yek bûye sedema kalêrkirina çand û xwezaya bajaran. Îro kapîtalîzmê her der dorpêç kiriye û astengiyên netew-dewletan ji holê rabûye. Êdî bajar ji bona xwe baş bifroşe hemû nirx û hêjayiyên xwe derdixîne bazarê û dike mijara danûstandinê. Piştî demekê êdî bîr û baweriya kollektîf ji holê radibe û bajar xwe li gorî daxwazên sermayeyê vediguherîne. Ev veguherîn dibe sedema tunebûna dîrok û mejiyê bajêr.

Bajar wekî pençeşêrê bêserûber mezin dibin

Gelheya bajaran ji hezaran gihêştiye deh-mîlyonan û wekî pençeşêrê her diçe mezintir dibin. Bi tenê têrkirina bajarekî terrikî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e. Tu welat û hawirdor demeke dirêj nikare ber xwe bide. Sedema pirsgirêkên xwezayê ya yekem mezinbûna bajaran a bêserûber e. Desthilatdar li gorî berjewendiyên xwe bi projeyan bajarên nû ava dikin. Ev bajarên nû hatine ava kirin ne li gorî pêdiviyên gel in wekî navendên aborî, endustrî û bazirganiyê hatine inşakirin. Gava lê dinêrin îro serdema bajarên gerdûnî dest pê kiriye. Ev bajarên gerdûnî êdî derdora xwe tenê tune nake di heman kêliyê de bi feraset û tarza xwe bandoreke neyînî li ser xweza û civakê jî dike. Êdî bajar bûne cî û warên desthilatdarî, çînîtî û netenduristbûniyê. Em nikarin pirsgirêkên bajaran bi tena serê xwe bigrin dest ji ber ku bajar bi xwe bûye pirsgirêka herî mezin.

Di nav pirsgirêkên ku ji ber bajar an jî bajarvaniyê de  derketine holê yek jî tarûmarbûna kesayetiyê ye. Li bajaran aqilê analîtîk zehf derketiye pêş û di biryardayînê de bandora hest û dil kêm bûye. Roj bi pîvandinê, jimartinê û hesabkirinê derbas dibin. Piştî demekê her tişt li gorî pereyan tê pênasekirin û taybetiyên civakî û însanî dejenere dibin. Kesayetiyên tima, ezperest û qudûmşikestî di bajaran de zêde ne. Nexweşînên derûnî herî zêde di bajariyan de tên dîtin.

Bajarên nûjen tenduristiya civakê tehdît dikin

Modernîteya kapîtalîst pirsgirêkên tenduristiyê wekî pirsgirêkên takekesî dibînê, hêla wê ya civakî nagre dest. Tiştên ku ji ber bajarvaniyê dibin sedema nerihetî û nexweşiyan naxwaze bibîne bes bi xizmetên binesaziyê dixwaze çareser bike. Bajarên ku bi feraseta endezyariyê hatine avakirin geh ên kapîtalîst geh ên sosyalîst daxwaz û xwestekên niştecihan nedane ber çavan. Di vê pêvajoyê de kuçe û meydan ji holê hatine rakirin û jiyan hatiye standardîzekirin. Xaniyên yek-tîp, dûrî bajêr, pir-qat, standart, wekhev, ji çand û dîrokê dûr û li ser qirkirina xwezayê hatine avakirin gelek tiştan radixîne ber çavan. Vê yekê li ser navê veguherîna bajêr pêk tînin û bi vî awayî hem ji hêla fîzîkî û hem jî hêla civakî ya bajêr ji holê radikin. Ev yek di heman demê de berxwedana civakî jî qels dike, diperçiqîne.

Yekem bajarê modern ê bi plansazî hatiye avakirin Parîs e û ji wî çaxî heta niha di avakirina bajaran de xala herî girîng ewlehî ye. Xizan di malên yek-tîp û komî de hatine dorpêçkirin û bi vî awayî ji bajêr hatine dûrxistin û pasîfîzekirin. Her wiha kesên dewlemend jî di sîteyên mezin û ewle de xwe ji xizanan dûr xistine û wekî çîneke jorîn jiyana xwe didomînin.

Ji salên 1800’î pê ve tê zanîn ku bajar derûniya mirovan xera dikin. Nexweşînên wekî şîzofrenî, depresyon, tenêtî, rajêriya alkolê û hwd. her diçe li bajaran zêdetir tên dîtin. Bêkartî, xizanî, koçberî sedemên berbiçav in. Ligel van sedeman sistbûn û jihevbûna têkiliyên di navbera  însanan û di navbera xweza û însên de jî dibe sedema nexweşiyan. Her wiha cihêkarî û feraseta pederşahî jî bandoreke neyînî li ser derûniya niştecihên bajêr dike.

Bi destpêkirina şoreşa endustriyê bajar hingî çû mezintir bûn û gelheya wan zêde bû. Beramberî vê pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûn, nexweşiyên nû derketin holê û di demeke kin de belav bûn. Cih û warê jiyanê û şert û mercên kargehan gelek ne baş bûn. Di bajaran de hewa qirêj, neberhevkirina zibil, kêmasî yan jî qirêjiya avê, kêmasiya qanalîzasyonê, malên wekî kolikan, xwarinên nebaş, cilên xerab, jiyana qelebalix, karûbarên giran û hwd. bandoreke neyînî li ser tenduristiyê kirin û pêşî li nexweşiyan vekirin.

Di bajaran de rengê jinê nayê dîtin

Kesên ku koç kirine û yên bi darê zorê hatine koçkirin li qeraxên bajaran dijîn. Li van deran ji her alî ve jiyan hîn dijwartir e û ne ewle ye. Bajar li gorî mêran, bi feraseteke pederşahî hatine avakirin. Avahiyên pirqat, peykerên bi heybet, qadên mezin û hwd. nîşaneyên vê ferasetê ne. Jin li malê di navbera çar dîwaran de hatiye asêkirin û jiyan lê hatiye teng kirin. Ev feraset di bajaran de zêdetir tê dîtin û ji bona derûniya jinan tehdîteke mezin e. Ji bilî vê tehdîtê mixabin jin li bajaran her roj rastî her cure tundiyê (tundiya fîzîkî, tundiya zayendî, tundiya devkî û hwd.) tên.

Ji bona tenduristiya bajaran ewil divê prastina xwezayê esas bê girtin. Di avakirina bajaran de divê dar û daristan, deşt û zozan bên parastin, bermahî werin kêmkirin. Divê binesazî gava hate çêkirin xwezayê zêde neêşîne, li gorî pêdiviyê enerjî were hilberîn. Divê di înşakirina bajaran de persperktîfa civaka ekolojîk esas bê girtin û jiyana hemû giyaneweran were parastin. Di vir de av, ax ,hewa gerek were parastin û germahî were qontrolkirin. Gava ev pêk hat dê hemû zindî jiyana xwe bidomînin. Bi çend xalan dixwazim mijarê raxînim ber çavan;

  • Divê çavkaniyên xwezayî pir kêm werin bikaranîn.
  • Sepan û kiryarên ku dibin sedema gazên serayê divê bên rawestandin û pêşiya çêbûna karbonê bê girtin.
  • Di veguhestinê de dewsa wesaîtan divê meş esas bê girtin û bajar li gorî vê yekê bên avakirin.
  • Ji bona hilberîna enerjiyê divê ji tavê, ji bayê û ji pêlan sûd bê wergirtin.
  • Divê av bêserûber neyê bikaranîn.
  • Avahî, kuçe û kolan divê wisa bên înşakirin ku çûnehatina hewayê asê nekin û dewsa qlîmayê ji bizava hewayê sûd bê girtin.
  • Pêdiviya zad divê ji aliyê niştecihan ve li ser esasa çandiniya organîk di nava bajêr de an jî dora bajêr bê dabînkirin.
  • Divê jinûve bikaranîn, jinûve hilberîn û veguherîn esas bê girtin, bermahî dîsa dîsa werin bikaranîn.
  • Divê dar bên çikandin û bajar bi rengê kesk werin xemilandin. Cihên keskahî lê zêde ye hêniktir e, pêdiviya qlîmayê kêmtir e, hewa paqijtir e, xweştir tê xwanê û qirêjiya deng kêmtir e.

Parastina xwezayê wê ji aliyê fîzîkî, derûnî, civakî û polîtîk ve bandoreke erênî li ser bajêr bike. Xalên ku ji bona parastina xwezayê me li jorê rêz kirin rasterast bandoreke erênî wê li ser tenduristiya fizîkî bike. Her wiha ji bona tenduristiya derûnî jî wê bibe alîkar.

Di çarçoveya tenduristiya fîzîkî de divê hawirdor bê sererastkirin, pirsgirêkên starbûnê, avê, hewayê, zadê bên çareserkirin û xirecir û radyasyon bên qontrolkirin. Ji aliyê derûnî ve divê qadên jiyanê yên hevpar bêne avakirin, şert û mercên civakîbûnê û xwepêşxistinê werin sazkirin û navendê şêwirmendiyê bên çêkirin. Ji aliyê civakî ve hewce ye derfetên perwerdehiyê, yên xebatê bên dabînkirin. Divê kes û civak karibe bi nasnama xwe, bi baweriya xwe bijî. Ji aliyê polîtîk ve divê kes an jî civak azad be û desthilatdarî, pederşahî, çînîtî, cihêkarî û zordestî werin rakirin pirçandî, pirzimanî, pirrengî esas werin girtin.

Ji bo tenduristiya bajêr divê xizmetên binesaziyê yên wekî dabînkirina ava paqij û parzûnkirina bermahiyan bên kirin. Ligel van divê cihên kesk, bexçe, muzexane, riyên duçerxeyan, riyên meşê bêne çêkirin. Divê herkes karibe sazî û dezgehên civakî bi awayekî azad bi kar bîne. Divê lêçûn werin daxistin; kesên neçar, bêkar, xizan bên xwedîkirin derfetên starbûn û veguhestinê ji wan re bên dabînkirin. Avakirineke bi vî rengî hem pirsgirêkên fîzîkî û hem jî yên derûnî kêm dike. Divê bi feraseteke xêrxwaziyê li van sepan û kiryaran nenêrin wekî mafekî bigehîn bigrin dest. Aboriya komunal divê esas were girtin kîlerên gel, malên tenûrê, cilşûştinxane werin vekirin kooperatîf werin zêdekirin û destekkirin. Ji bona vê yekê divê bi ruhê hevkarî û wekheviyê bê hereket kirin perspektîfeke civakî û demokratîk esas bê girtin û li her bajarî rengê jinê derkeve pêş.



İLİŞKİLİ İÇERİK

Negri’nin Ardından

Düşünür ve eylemci Antonio Negri’ yi kaybetmenin üzüntüsünü yaşıyoruz. Düşün dünyamıza katkıları oldu. Okulumuza davet ...